Di kabîneya nehê de, 404 destûriyên weberhênanê bi sermayeya zêdetirî 17 milyar dolaran hatine dan

Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 404 destûriyên weberhênanê ji kertên cuda cuda bi kompaniyan hatine dan, Serokê Desteya Weberhênanê jî amajeyê dide, piraniya destûriyên weberhênanê ji bo kertên çandin û pîşesazî û geştiyariyê bûn.

Îro (Yekşem, 7ê Çileya 2024ê) Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragehand, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dema damezrandina xwe heta niha, bi rêya desteya weberhênanê, 404 destûriyên weberhênanê bi sermayeya zêdetirî 17 milyar dolarên Amerîkayî bi pirojeyan hatine dan. Herwesa eşkere kir, tevahiya destûriyan di saleka kabîneya nehê de ji bo tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe di ser 100 destûriyan de bûne.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, 103 pirojeyan ji bo pîşesazî û kargehên mezin, xasma di warên şîşik û çîmentoyan de, û 17 pirojeyên çandinê û 55 pirojeyên geştyariyê destûrî wergirtiye.

Mihemed Şukrî amaje da, zêdebarî wan pirojeyan, hind pirojeyên din di warên perwerde û tendirustî û akincîbûn û bazirganiyê de hatine bicihanîn, lê giringiya serekî ji bo pirojeyên pîşesazî û çandin û geştyariyê bûne.

Li dû zanyarên Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneya nehê ji bo mukomkirina weberhênanê û nûkirina wî warî, 39 destûriyên weberhênanê ji ber xemsariya weberhênanê û kêm û kasiyên pirojeyan helweşandine û bi weberhênerên çalak hatine dan. Ji bilî wê yekê jî, çend pirojeyên hilawîstî jî keftine karî.

Serokê wê desteyê ragehand, çend pirojeyên din ên weberhênanê bi piştevaniya Civata Wezîran dikevin karî û ew pirojeyên ku arêşeyên wan mane jî tên çarekirin.