Demirtaş: Ji ber ku ez dibêjim Kurd û Kurdistan têm darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş radigihîne, sedema darizandina wî Kurdbûna wî ye.

Rûniştinên Doza Kobaniyê ku dadgehkirina 108 siyasetmedaran li xwe digire, Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina Dadgeha Enqereyê bû.

Demîrtaş dirêjî da parêznameya xwe û diyar kir, ji ber ku ew Kurd e û di axaftinên xwe de behsa Kurdistanê û pirsa Kurdî kiriye tê dadgehkirin.

Demîrtaş diyar got ku, wî di hin gotarên xwe behsa hin pirsên din ên Tirkiyeyê yên wekî teqîna Kaniya Komirê ya Somayê jî kiriye û bi tundî rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girtiye. Lê ji ber vê rexneyê doz li wî nehatiye vekirin. Ji ber ku di wê axaftina wî de, peyva Kurd û Kurdistanê derbas nabin.

Destpêkirina bûyerên Kobanî

Di Îlona 2014an de DAIŞê êrişî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kir. Ji bo piştgiriya Kobanê jî, Lijneya Rêveber ya Navendî ya HDPê bang li welatiyan kir ku bi daxwaza vekirina korîdora mirovî derkevin kuçe û kolanan. Çalakiyên protestoyê li 35 bajar û 96 navçeyan Bakur û Tirkiyeyê hatin kirin.

Di çalakiyan de şer û alozî derketin. Li gorî çavkaniyên fermî 37 kesan canê xwe ji dest dan; li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê di 7 û 12ê Cotmehê de 46 kesan canê xwe ji dest da û piraniya wan endam û aligirên HDPê bûn.  Di bûyeran de,  zêdetir ji 760 kesî jî birîndar bûn.