Bedir Mela Reşîd: Rewşa Sûriyeyê ji bo vegera penaberan ne guncayî ye

Bedir Mela Reşîd
Bedir Mela Reşîd

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî sê milyon kesan ji Sûriyeyê penaberî Tirkiyeyê bûne û Tirkiye jî wan vedigerîne. Her careka li Tirkiyeyê hilbijartin çê dibin, Tirkiye an operasiyonan li dijî Rojavayê Kurdistanê dike an jî penaberan dersinor dike.

Birêveberê Navenda Ramanê ya Lêkolînan Bedir Mela Reşîd îro (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) ji Stenbolê bû mêvanê K24ê û li ser rewşa penaberan li Tirkiyeyê got, “Li derdora Tirkiyeyê gelek bûyer hene û bandoran wan bûyeran li ser hundirê Tirkiyeyê heye. Li van salên dawiyê hejmareka pir zêde ya penaberan hatiye Tirkiyeyê, hejmara penaberên Sûriyeyî tenê gehiştiye zêdetirî 4 milyon kesan”.

Herwesa got, “Ji gelek welatên din jî yên Ereban, wekî Îraq, Yemen û Lîbyayê penaberan berê xwe dabû Tirkiyeyê”.

Bedir Mela Reşîd amaje da, “Meseleya ku lê zêde bû meseleya Evxaniyan bû, ku gelek hat behskirin. Dema ku Amerîka ji Evxanistanê derkeft, bi sedan hezar Evxaniyan berê xwe da aliyê Tirkiyeyê û bûn penaber”.

Navbirî ron jî kir, “Ji aliyekê din ve hikûmeteka nû li Tirkiyeylê hat damezrandin û şerê Israîl û Hemasê derkeft, ev hemî tişt bandorê li siyaseta Tirkiyeyê dikin”.

Birêveberê Navenda Ramanê ya Lêkolînan got, “Bi taybetî jî piştî du mehên din hilbijartinên şaredariyan tên kirin, bandora wê yekê jî li ser rewşa penaberan heye”.

Herwesa bal kişand ser rewşa aborî û ewlekariyê û got, “Ji aliyekê din ve ne bingeheka aborî ne jî ya ewlekariyê ji bo vegerandina hejmareka pir mezin a penaberan heye, lê siyasetmedarên Tirkiyeyê vê hejmara zêde ya penaberan tînin ziman û dibêjin ku aboriya wan û ewlehiya wan têk didin û neçar in li Rojavayê Kurdistanê cihan ji wan re çê bikin”.