DAIŞê du şivan li Xurmatûyê revandin

Şivanek (Ev wêne ji bo ronkirinê hatiye danan)
Şivanek (Ev wêne ji bo ronkirinê hatiye danan)

Navenda Nûçeyan (K24) – DAIŞê çar şivan li Xurmatûyê revandin, du ji wan azad kirine lê heta niha çarenivîsa her du yên din diyar nîne. Çavkaniyeka ewlehiyê got, livînên DAIŞê li wê deverê zêde bûne.

Çavkaniyeka ewlehiyê ji polîsên xwecih ên qezaya Xurmatûyê îro (Sêşem, 9ê Çileya 2024ê) ji K24ê re ragehand, doh (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) êvarê çar şivan, ku du ji wan sinêle bûn, li devera Zergeyê ya navbera parêzgeha Selahedînê û qezaya Xurmatûyê ji aliyê hejmareka çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.

Her li dû gotinên wê çavkaniya K24ê, çend seetan piştî revandina wan, DAIŞê her du şivanên sinêle azad kirine, lê heta niha her du şivanên din girtî ne û birine “cihekê nediyar”.

Wekî ku wê çavkaniyê amaje daye, ew her çar şivan ji neteweya Ereb in, ew devera ew şivan lê hatine revandin jî li derveyê kontirola hêzên ewlehiyê ye. Lêkolîn li ser wê rûdanê hatine destpêkirin, lê heta niha çi seredavek peyda nebûye.

Wê çavkaniya ewlehiyê herwesa got, li devera navbera parêzgeha Selahedînê û qezaya Xurmatûyê û bi taybetî wan cihên ku hêzên ewlehiyê lê nînin, ev demek e livînên çekdarên DAIŞê zêde bûne.