Polîsên Pirdê pênc welatiyên Kurd digirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi behaneya wê yekê ku di nav xaniyên hikûmî de ne, polîsên Pirdê pênc welatiyên Kurd û welatiyekê Tirkmen li taxa Îslahiyeyê ya bajarkê Pirdê girtin.

Yek ji wan welatiyên hatine girtin, ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, ji nav zindanê bi rêya tilefonê ji K24ê re ragehand, “Piştî bangkirina me ji aliyê polîsên Pirdê ve û paşî şandina rûpelên me ji bo dadwerê lêkolînan, biryara girtinê ji bo me derkeft”.

Wî welatiyê Kurd herwesa got, “Em şeş kes in, pênc Kurd û Tirkmenek. Behaneyan wan jî ew e ku ew xaniyên em tê de akincî ne ser bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê ve ne û me qanun binpê kiriye, lê me ew xanî kirîne”.

Li dû gotinên wî welatî, ew ji nişkê ve hatine girtin û çi haydariyeka pêşdem ji wan re nehatiye.

Daxwaz jî kir, berpirsên Kurd di hawara wan biçin û arêşeya wan çare bikin ji ber ku xedre li wan bûye.