Şandeka Hikûmeta Îraqê serdana taxa Newrozê ya Kerkûkê dike

Kerkûk (K24) – Ji bo lidûçûna arêşeya akinciyên taxa Newrozê, Şandeka Hikûmeta Îraqê serdana bajarê Kerkûkê dike û nûnerê Serokwezîrê Îraqê jî di nav wê şandê de ye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Dîlan Berzan got, “Biryar e îro (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) şandeka Hikûmeta Îraqê ji bo lidûçûna arêşeya akinciyên taxa Newrozê serdana Kerkûkê bike.

Herwesa amaje da, îro roja nehê ye ku akinciyên taxa Newrozê li Kerkûkê li dijî biryareka îdareya Kerkûkê girev ragehandiye û çadir li wê taxê vedane. Heta niha arêşeya wan bi rengekê bingehîn nehatiye çarekirin. Hindek bizavên qanûnî hene ku dixwazin bi rêya dadgehê vê arêşeyê çare bikin, lê heta niha nehatiye çarekirin.

Seydayê Hêmin ku nûnerê endamên wê girevê ye ji K24ê re got, “Dagirkirina hejamreka xaniyên taxa Newrozê gehişt roja nehê, artêşa Îraqê di pareka taxa Newrozê de hatiye binecihkirin. Ji aliyê qanûnî ve skala hatiye pêşkêşkirin, ji ber ku bê hebûna çi nivîsareka dadgehê ev kar kiriye, ku ev cûnekê binpêkirin û dagirkirinê ye, mafên mirovan hatine binpêkirin”.

Herwesa got, “Me ji aliyê xwe ve nivîsîngeha rêkxistina UNAMIyê li ser wan binpêkirinan haydar kiriye, ji aliyê siyasî jî ve me tevaya nûner û desthilatdarên Kurd haydar kirine, ku li Bexdayê li ser xetê ne û bizavê dikin vê arêşeyê çare bikin, lê arêşe ew e ku efserên serbazî li vê derê biryarên aliyên di ser xwe de bi cih nayînin”.

Herwesa ragehand, “Daxwaza xelkê taxa Newrozê jî ew e ku ew leşkerkarî bê bidawîanîn”.