DILKURD û Weqifa Rêya Azadî bo hilbijartina dersa kurdî bang li dê û bavên zarokan dikin

Diyarbekir (K24) – Rêveberên Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD) û Rêveberên Weqifa Rêya Azadî, li Diyarbekirê ji bo ku balê bikişînin ser girîngiya dersên bijarte yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî, belavok belav kirin.

Ji ber ku dema hilbijartina dersên bijarte yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibê (11.01.2024) dest pê dike û di 19ê Rêbendana 2024an de bi dawî dibe, Rêveberên DILKURD û Weqifa Rêya Azadî, li bazara taxa Yenîşehîrê ya Diyarbekirê, belavokên li ser dersa bijarte belav kirin.

Di belavokên ku hatin belavkirin de hat bibîrxistin ku divê gelê Kurd ji bîr neke ku ev maf ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve ji bo Kurdan hatiye dayîn û tu rewşeke ku di nav gel de bibe sedema tirs û fikaran tune ye.

Hat destnîşankirin ku mamosteyên van dersan ji aliyê dewletê ve tên tayînkirin û ev maf bi hemû aliyên yasayî tên parastin.

Her wiha bang li dayîk û bavên zarokên Kurd ên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hat kirin ku mafê wan heye di polên 5, 6,7 û 8an de dersên Kurdî hilbijêrin. Ji bo vê jî divê ji dibistanê daxwaznameya dersên bijarte bigirin, beşên zaravayên zimanê Kurdî yên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin û wekî dayîk û bav vê daxwaznameyê destnîşan bikin. Piştre vê daxwaznameyê radestî rêveberiya dibistanê bikin da ku mafên zarokên wan ên dîtina van dersan parastî bimînin.