Livîna bazirganî û geştyarî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleka befir û baranan piraniya deverên Herêma Kurdistanê vegirtiye, gelek befir li bajarkê Hacî Omeranê jî bariye lê piştrastî li ser livîna bazirganî û geştyarî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tê dan.
Ragehandin û Peywendiyên Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku, gelek befir li bajarkê Hacî Omeranê bariye.
Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, livîna bazirganî û geştyarî ya navbera Herêma Kurdistanê û Deriyê Temerçînê yê Îranê berdewam e.
Pêştir jî Pişka Pêşbîniyan a Birêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê pêşbîniyên xwe ji bo 48 seetan ragehandibû, li gor pêşbîniyên wan li piraniya deveran baran dê bibare û li hindek deveran jî befir dê bibare, herwesa pileyên germê jî dê dakevin.