Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê namzedên partiya xwe yên Diyarbekirê dan naskirin

Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, îro di çarçoveya hilbijartinên şaredariyan ku de ku dê di 31ê Adarê de bên kirin, serdana Diyarbekirê Kir.

Alî Babacan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê 4 namzedên partiya xwe yên şaredariyên Diyarbekirê dan naskirin û piştî bernameyê li Diyarbekirê serdana gel kir.

Di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên şaredariyan de, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan Îro (Înî, 12ê Çileya 2024ê) serdana Diyarbekirê kir.

Alî Babacan di seetên sibehê de bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê namzedên xwe yên Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Cenap Ekîncî, namzedê navçeya navendî ya Diyarbekirê ya Kayapinarê Hebûn Aytekîn, namzedê navçeya Diyarbekirê ya Gêlê Zeynel Bekîl û namzedê navçeya Diyarbekirê ya Erxenê Suleyman Efe da naskirin.

Serokê partiyê di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên herêmî û diyar kir ku di egera serkeftina xwe de ew ê di serî de pêşî li sexbêriyê bigirin û bi projeyên ji bo jin û ciwanan rewşa bajarvaniyê baş bikin.

Alî Babacan bi berdewamî bal kişand ser tayînkirina qeyûman ku 2 serdeman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatin pêkanîn û amaje kir ku tayînkirina qeyûman, tê wateya ku dengên Diyarbekiriyan, dengên Kurdan bê nirx in û vîna gel hatiye xespkirin.

Her wiha diyar kir ku ev du sal in ew li ser xebatên şaredariyan disekinin û rêxistinên wan tax bi taxên Diyarbekirê digerin û pirsgirêkan tomar dikin.

Babacan bi berdewamî got ku di xebatên wan de pirsgirêka sereke ya welatiyan, debara jiyanê ye ku nameşe û idîa kir ku ev pirsgirêka aborî ya ku li Tirkiyeyê tê jiyandin, karesata 100 salê ye.

Alî Babacan di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser bertekên li dijî zimanê Kurdî û got ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka zimanê Kurdî neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên siyasî û civakî jî neqedin.

Pê ve girêdayî bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya ku di sala 2013an de qedexeyên li ser hatibûn sistkirin, xebatên ku di qadên fermî de li ser zimanê Kurdî hatibûn pêkanîn û bandorên wê yên erênî ku di nav civaka Kurdan de bûbû aramiyeke mayînde.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê, êrîşên nijadperestî yên li dijî Amed Sporê jî şermezar kirin û diyar kir ku siberoja vî welatî bi cudakariyê bi pêş nakeve, wekî hezar sal berê divê Kurd û Tirk car din mil bi mil bin da ku paşeroja xwe bi hev re ava bikin.