Yaşar Guler piştî êrîşa PKKê gihîşt Şirnexê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi Sererkanê Arteşê Metîn Gurak û fermandarên hêzên arteşê re gihîşt Şirnexê.

Wezîrê Bergirîya Tirkiyeyê Yaşar Guler piştî şer û pevçûnên li herêma Operasyona Pençe-Kîlîtê ku 9 leşker û efseran canê xwe jidest dabûn, bi Sererkanê Arteşa Tirkîye Metîn Gurak û fermandarên Hêzên Arteşa Tirkiyeyê re gihîştin Şirnexê.

Şande li Şirnexê li bingeha laşkerî beşdarî merasima cenazeye leşkeran bû û li ser operasyonan agahî ji fermandarên herêmî wergirtin.

Wezareta Bergirîyê ya Tirkiyeyê ji alîye din ve di daxuyanîyekê de eşkere kir, wan bi rêya firokeyên şerî 29 bingehên PKKê li Iraq û Sûriyeyê kirine.

Wezareta amaje bi wê jî kir, di êrîşê wan ên asmanî de, 20 endamên PKKê jî hatibûn kuştin. Operasyonen asmanî û bejayî berdewam dikin.