Serokê Dadgeha Federalî: Nabe arêşeyên Hewlêr û Bexdayê ji bo paşxistina mûçeyan bibin behane

“Divê mûçexurên Herêma Kurdistanê wekî mûçexurên Îraqê di eynî demê de mûçeyên xwe werbigirin”
Casim Mihemed Ebûd
Casim Mihemed Ebûd

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dadgeha Federalî di derheqa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de tekez kir ku, nabe çi arêşeyek bibe sedema paşxistina dana mûçeyan û divê mûçexurên Herêma Kurdistanê wekî mûçexurên Îraqê di eynî demê de mûçeyên xwe werbigirin.

Serokê Dadgeha Federalî Dadwer Casim Mihemed Ebûd îro (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) ragehand, “Pêdivî ye çareseriyeka bingehîn ji bo arêşeya paşxistina parvekirina mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê bê peydakirin”.

Serokê Dadgeha Federalî ji ajansa nûçeyên Îraqê re ron kir, “Li dû madeya 14ê ya destûrê Îraqê, divê wekhevî di mafên welatiyan de hebe û ev jî wê yekê disepîne ku mûçexurên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe hindî yên hemî mûçexurên Îraqê û di eynî demê de werbigirin”.

Dadwer Casim Mihemed Ebûd got, “Ka li Bexda, Selahedîn, Diyala, Mîsan û Besreyê çawa serederî bi fermanberan re tê kirin, divê bi eynî awayî serederî bi fermanberekê Zaxoyê re jî bê kirin, ji ber ku mûçe jîn û jiyara xelkî ye û nabe rê bi paşxistina wî bê dan”.

Serokê Dadgeha Federalî di pareka din a gotinên xwe de tekez kir, “Nabe arêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê bibin sedema paşxistina dana mûçeyan li Herêma Kurdistanê, ku ew jî pareka Îraqê ye û pêdivî ye Hikûmeta Federalî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser çarekirina bingehîn ji bo arêşeyan kar bike”.