Opozîsyona Tirkiyeyê: Armanca operasyonên li dijî PKKê ne diyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Operasyonên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê li dijî PKKê, di navxweya Tirkiyeyê de rastî rexneyan hat. Partiyên opozîsyonê hikûmetê rexne dikin û dibêjin, armanca operasyonan ne diyar e.

Careke din şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de tund bû û bi dehan leşkerên Tirkiyeyê û çekdarên PKKê hatin kuştin.

Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, sersaxî ji malbatên leşkeran re xwest û hêvî kir ku “ev xwîna ku dirije” bê rawestandin.

Bakirhan got: “Şer her tim êş bi xwe re aniye û Kurd ji her kesî bêhtir bi êşa şer û kuştinê dizanin. Hin alî ji ber ku êşa şer fêm nakin dirûşmeyên şer bilind dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglu jî got: “Divê şer raweste û kurên feqîran ji bo parastina hêza hin kesan neyên kuştin. Take çareserî ji bo rawestandina şer, danûstandin û lihevhatineke serbilindane ye.”

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilît kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di civîneke rojnamevanî de careke din rexne li helwesta hikûmetê girt û got, armanca operasyona Pence-Kilîtê ne diyar e.

Ozel got: “Em ê ji niha û pê ve bêdeng nemînin, ev gel jî dê bêdeng nemîne. Her ku em bêdeng bimînin wê hejmara şehîdên me zêde bibe. Berpirsiyariya hemû şehîdên me dikeve ser milê wan kesên ku heta niha sedema destpêkirina Operasyona Pence-Kilît eşkere nekirine û armanca wan jî nayê zanîn; Êdî bes e.”

Her ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin, yan jî hilbijartin nêzîk dibin, şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê dijwartir dibe. Bidawîbûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û destpêkirina operasyonên leşkerî di sala 2015’an de, mînakên berbiçav ên vê hevkêşeyê ne.