Ji encama êrîşên Tirkiyeyê elektirîk li ser 700 gundên Rojava qut bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser binezaniya Rojavayê Kurdistanê, elektrîka nêzî 700 bajarok û gundan qut bûye.

Artêşa Tirkiyeyê di van du rojên dawiyê de êrîşên tund û dijwar li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê pêk anîn, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî beleav kir, di van êrîşan de westgehên elektirîk, gaz, av û saziyên giştî, dibistan û malên sivîlan hatin armanckirin, ku ev jî dikevin çarçoveya “tawanên şer”.

Reangeh dibêje: “Van tawanan bandorên karesatbar li ser rewa deverên Kobanê, Heseke û gundewarê wê û gundewarê Reqayê kiriye.”

Diyar kir jî: “Di encama wêrankirina binesaziyê ji aliyê hêzên asmanî yên Tirkiyeyê ve, elektrîk û av li ser nêzîkî 700 gund û bajarokên Kobanî, Eyn Îsa û Hesekê qut bûye.”

Ev yek di demekê de ye, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve îro bi çekên giran hejmarek ji gundên nahiya Zirganê topbaran dikin.