Hikûmeta Îraqê: Em destdirêjiyên Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îraqê di beyannameyekê de ragehand, Hikûmeta Îraqê destdirêjiyên Îranê li ser bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar dike, ku şeva borî bi çend moşekên Balistî êrîşî cihên akincîbûna welatiyan kir û çend kes birîndar û şehîd kirin.

Her ragehandina îro (Sêşem, 16.1.2024) ya Wezareta Derve ya Îraqê de hatiye, ji verêja moşekbarankirina malên welatiyan, çend birîndar û şehîd hene, wekî mala bazirganê Kurd Pêşrew Dizeyî ku bûye sedema birîndarbûn û şehîdbûna wî û endamên malbata wî.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Hikûmeta Îraqê vê kiryarê wekî destdirêjî li ser serweriya Îraqê û ewlehiya gelê Îraqê dibîne, û ev sivkatîkirin e bi cîraniya baş û ewlehiya deverê”.

Herwesa wê yekê jî piştrast dike ku dê hemî rêkarên qanûnî li beranberî wê kiryarê bi cih bîne, wekî pêşkêşkirina skalayê ji bo civata ewlehiyê.

Di wê çarçoveyê de, Serokê Hikûmetê biryar da ku lijneyekê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî pêk bîne, ji bo lêkolînê li ser wê êrîşê û komkirina zanyaran ji bo piştevaniya helwesta hikûmetê li ser astê navdewletî û dana belge û zanyarên durist. Encamê lêkolînan jî dê bê ragehandin, ji bo haydarkirina Îraqê û tevaya xelkê cîhanê li ser rastiyan û selimandina derewa bangeşeya aliyên li pişt van kiryaran.

Ev di demekê de ye ku şeva borî (Duşem, 15.1.2024) artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê moşekbaran kirin.

Li dû nûtirîn amar, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û şeş welatiyên din jî birîndar in ku rewşa tendirustiya hindek ji wan xirab e.