PWK: Em dewleta terorist a Îranê rûreş dikin

PWK
PWK

Navenda Nûçeyan (K24) – Di derheqa êrîşên moşekî yên li ser Hewlêrê ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve hatine kirin, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek parve kiriye, ev deqê wê ye:

 

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em dewleta terorist a Îranê rûreş dikin

Sûpaya Pasdaran a dewleta Îranê, bi ji 10an zêdetir moşekên balîstîk êrîş bir ser Hewlêrê.

5 ji van moşekên balîstîk mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî hedef girt û, Pêşrew Dizeyî û keça xwe jî di nav de, di encama van êrîşan de 5 sivîl şehîd bûn, 17 sivîl jî birîndar bûn.

Gelek xanîyên xelkê sivîl zerareke mezin dît.

Ev êrîşa teroristî ya Sûpayê Pasdaran yekser xelkê sivîl ê Hewlêrê û Balafirgeha Hewlêrê ji xwe re kirine armanc.

Ev êrîşa dijminane ya dewleta terorist a Îranê nîşana dijminatîya gelê Kurdîstanê ye.

Em bangî dewleta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku, li himberî van êrîşên hovane dengê xwe bilind bikin, ji dewleta terorist a Îranê hesab bipirsin û rê li ber êrîşên teroristî yên dewleta Îranê bigirin.

Ruhê qurbaniyên vê êrîşê şad, cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîYê ji malbatên şehîdên vê êrîşê û şÎfaya xêrê ji birÎndaran re dixwazin.

Serê gelê Kurdistanê sax be.