Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê: Armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê radigihîne, ew ji êrîşa mûşekî ya şeva borî nîgeran in û got: “Armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin.”

Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Mehmet Mevlud Yakut serdana merasîma şînê ya şehîdên şeva borî ya li ser Hewlêrê kir û ji rojnamevanan re got: “Ez hatime ji bo sersaxî û piştgirî û hevxemiya pêşkêşî malbata Pêşrew Dizeyî bikim.”

Yakut got jî: “Min Pêşrew Dizeyî ji nêzîk ve nas dikir, kesekî xweşewîst bû û karsazek bû, me sersaxî ji malbata wî re xwest.”

Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê got jî: “Em ji êrîşa mûşekî ya şeva borî nîgeran in û armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin.”

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragehand, “Ev êrîş û dijminatiyên li beranberî Herêma Kurdistanê çi sedem nînin û bêbehane ne, her tiştekê ji destê me hatî li Herêma Kurdistanê me kiriye, ji bo ku em zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi rengekê aştiyane jî peywendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, êrîşa li ser Hewlêrê “bêbihane û nemerdane” binav kir û got: “Ev êrîş û dijminatiyên li beranberî Herêma Kurdistanê çi sedem nînin û bêbehane ne, her tiştekê ji destê me hatî li Herêma Kurdistanê me kiriye, ji bo ku em zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi rengekê aştiyane jî peywendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Mixabin, ew êrîş gelek bêsedem in û nabe bi çi rengan bê bersiv bimînin, em hêvîdar in Civaka Navdewletî arîkar be, ji bo ku ew êrîş bidawî bên ên ku tên ser Herêma Kurdistanê û rêyê bidin me ku em bikarin bi aştî û azadî li welatê xwe bijîn”.