Mesrûr Barzanî û Sûdanî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Îranê re hilweşandin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî - Arşîv
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê, civîna ligel Wezîrê Derve yê Îranê hilweşandin kirin.

Peyamnêrê K24ê li Davosê got, biryar bû îro 17.12.2024an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Davosê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan re biciviyana, lê ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê, ew bi Ebdullahiyan re neciviyan.

Got jî, Wezîrê Derve yê Îranê bi xwe daxwaz kiribû ku ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê bicive, lê her duyan jî ji ber êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê, red kirin ku pê re hevdîtinê bikin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.