Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike

Serok Barzanî û Alina Romanowski
Serok Barzanî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û di derheqa êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê bo ser ser Hewlêrê de amaje da. Balyoza Amerîkayê dibêje, “Ev êrîş bêbehane ne û em haydar in ku ew kesên bûne qurbanî sivîl in û ew cihê hatiye moşekbarankirin jî cihê akincîbûna sivîlan e”.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Di wê hevîdtinê de, Balyoza Amerîkayê li Îraqê behsa wê yekê kir ku armanca serdana wan diyarkirina dilsozî û hevxemî û piştevaniya wê û welatê wê ye ji bo gelê Kurdistanê ji ber êrîşa bêbehane ya artêşa Pasdarên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê.

Herwesa Alina Romanowski ev kiryar wekî binpêkirina serweriya axa Îraqê hesibandin û ragehand, ev êrîş bêbehane ne û em haydar in ku ew kesên bûne qurbanî sivîl in û ew cihê hatiye moşekbarankirin jî cihê akincîbûna sivîlan e.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya Balyoza Amerîkayê kir ji bo diyarkirina dilsozî û hevxemiya gel û hikûmetên Amerîkayê û ragehand, “Em herdem hebûna peywendiyên mukom û dostane yên bihêz ên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi welatên cîran re ne dixwazin, li ser bingeha rêzgirtinê li serweriya axa yek û lihevkirinên hevpar”.

Herwesa Serok Barzanî amaje da ku êrîşa artêşa Pasdarên Îranê bêbingeh bû û zulmeka mezin bû li hemî gelê Kurdistanê hatiye kirin, herwesa binpêkirina serweriya axa Îraqê û herêma Kurdistanê bû, lê êrîşên ji vî rengî Îradeya gelê Kurdistanê naşkênin, belkî bihêztir û mukomtir dikin”.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje da, “Em qet bi girjî û alozî û têkçûna peywendiyên xwe bi çi welatekî re nînin, berivajî, em dixwazin peywendiyên me hevseng û dostane bin, lê em naçin bin barê sepandina biryar û siyaseta xwesepîn a çi welatan, herwesa em li jêr çi givaştin û êrîşan destan ji nirxên xwe yên bilind û pîrpz û doza rewa ya gelê xwe bernadin”.

Pêngavên Hikûmeta Federalî ya Îraqê û hatina lijneya derxistina rastiyan ji bo lêkolînê li ser êrîşa artêşa Pasdarên Îranê bo ser Hewlêrê tewerekê dî yê danûstandinên vê hevdîtinê bû.

Serok Barzanî pesna rolê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku bizaveka rijd ji bo lidûçûn û peydakirina rastiyan kiriye û erkên destûrî yên li ser milên xwe li beranberî wê zulma li xelkê Kurdistanê hatiye kirin bi cih anîne.

Li dawiya wê hevdîtinê, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û deverê û dawî pêşhatan li hev guhertin.