Behreyn êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar dike

Alaya Behreynê
Alaya Behreynê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Behreynê êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê şermezar dike, ku bû sedema şehîdbûna hejmareka welatiyên sivîl û zirar gehand mal û milkên giştî û taybetî.

Wezareta Derve ya Behreynê îro (Çarşem, 17.1.2024) di ragehandinekê de êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê şermezar kir, ku bû sedema şehîdbûna hejmareka welatiyên sivîl û zirar gehand mal û milkên giştî û taybetî.

Herwesa Wezareta Derve ya Behreynê di wê ragehandinê de dilsozî û hevxemiya xwe jî ji bo gelê Kurdistanê diyar kiriye.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.