Nêçîrvan Barzanî bi Stephen Hitchen û Alina Romanowski re civiya

Navenda Nûçeya (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda bi Balyozên Amerîkayê û Brîtanyayê li Îraqê re civiya.

Li dû ragehandineka Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Peywendiyên Brîtanyayê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan û êrîşên li ser Hewlêrê mijarên wê hevdîtinê bûn.

Her du aliyan bi rengekê erênî pêşveçûnên danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê helsengandin, hêvî kir ku her du alî ji bo çarekirina arêşeyên xwe bigehin hevfehimandineka hevpar, herwesa tekez jî li ser giringiya parastina aramî û seqamgiriya Îraq û deverê kir.

Rewşa deverê bi rengekê giştî, aloziyên Rojhilata Navîn û sedem û encamên wan tewerekê dî yê hevdîtina wan bû.

Ji aliyekê dî ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, dawî pêşhatên ewlehiyê û armanckirina Hewlêrê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin kirin.

Romanowski berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo îraq û Herêma Kurdistanê tekez kir û berheviya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina arîkariyên hevpar ên navbera her du aliyan diyar kir.