Birêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotgotkekê red dike

Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigehîne, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê berdewam in û gotgotka daxistina wê ji rastiyê dûr e.

Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro (Pêncşem, 18.1.2024) ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê (hatin û çûn) berdewam in”.

Herwesa gotiye, “Em gotgotka daxistina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê red dikin”.

Her di wê ragehandinê de amaje hatiye dan, “Hejmareka dezgehên ragehandinê daxistina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji ber êrîşên dronan kiriye manşêta nûçeyên xwe, ku ew nûçe nerast û bêbingeh in”.

Dijeterora Kurdistanê jî îro (Pêncşem, 18.1.2024) êvarê di ragehandinekê de amaje da, “Îşev (pêşncşem, 18.1.2024) di hejmareka medya û kanalên ragehandinê de wesa hatiye parvekirin ku qaşo bi dronên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin”.

Herwesa amaje da, “Em ji aliyê xwe ve radigehînin ku ev nûçe bêbingeh û nerast in, çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û çi dron jî nehatine êxistin”.