Kato Sadula: Amerîka dizane Herêma Kurdistanê li deverê hevpeymaneka bihêz e

Kato Sadula
Kato Sadula

Navenda Nûçeyan (K24) – Di derheqa bandorên êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de, şirovekerekê siyasî dibêje, “Ew êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û parçeyên din ên Îraqê tên kirin yek ji sedemên neseqamgiriyê ne”. Herwesa dibêje, “Amerîka dizane ku Herêma Kurdistanê li deverê hevpeymaneka bihêz e”.

Şirovekerê siyasî Kato Sadula ji Waşintonê ji K24ê re ragehand, “Di derheqa êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê de, Amerîka gunehbar e ji ber ku Îranê tenê li Îraqê 103 caran êrîşî bingehên serbazî yên Amerîkayê kiriye û îdareya Joe Biden çi bersiv ji bo wan êrîşan nebûne”.

Kato Sadula herwesa got, “Îran hest bi lawaziya îdareya Biden li deverê dike, lewma tê dîtin ku rewşa deverê zêdetir ber bi aloziyê ve diçe”.

Wî şirovekerê siyasî amaje da, “Amerîka dizane ku Herêma Kurdistanê li deverê hevpeymaneka bihêz e”.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.