Elîreza Nûrîzade: Em wekî gelê Îranê daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê dikin

Elî Nûrîzade
Elî Nûrîzade

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî wesa difikire ku Îran ji hilbijartinên bên ditirse, ji ber ku gelê Îranê biryar daye boykota giştî ya hilbijartinan bike. Herwesa Elîreza pêdivî jî dibîne ku wekî welatiyekê Îranî li beranberî wê tawana ku Îranê li dijî xelkê Kurdistanê kiriye daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê bike.

Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî doh (Pêncşem, 18.1.2024) ji ber qurbaniyên êrîşa bêbehane ya Îranê li ser Hewlêrê bi rêya K24ê serexweşî li xelkê Kurdistanê kir.

Herwesa ji ber wê destdirêjiya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê got, “Kurdan li serdema berê ya Îraqê arîkariya Îraniyan kiriye, pêştir jî baştirîn peywedniyên ferhengî û aborî û civakî di navbera wan de hebûn, heta ji aliyê ewlehiyê jî ve peywendiyên gelek baş hebûn”.

Herwesa amaje da, “Îran wesa hest dike ku hatiye armanckirin, ji ber ku Israîl bi lêdana Hemas û Hizbulah û Hûsiyan ranaweste, lewma Îran wê siyasetê bicih tîne ya ku dibêje "yê ku zû gurzê xwe biweşîne, ew dê serkeftî be'. li ser wê bingehê, Îran wesa difikire ku divê zû gurzê xwe biweşîne, tevî ku ev ne gurzê wê yê yekê ye”.

Elîreza Nûrîzade got, “Hêzên Îranê Pêşrew Dizeyî û kiça wî ya sava şehîd kirine, Pêşrew mirovekê bazirgan bûye, ev tawaneka gelek çepel e di derheqa Herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê de, em wekî gelê Îranê ji van kiryarên desthilata Îranê berî ne, gelê Îranê bi Kurdistanê re dimîne. Min îro ji gelek kesatiyên Îranê bihîstiye ku ev êrîşa Îranê şermezar kiriye”.

Herwesa got, “Desthilata Îranê dizane ku gelê Îranê dê ji bo hilbijartinên bên boykota giştî bike, lewma dixwaze têkdanê bike, ji bo ku behaneyan ji bo tevlînebûna xelkê Îranê di hilbijartinan de bigire”.

Li dawiyê jî tekez kir, “Ez welatiyekê Îranî me û ez daxwaza lêborînê ji xelkê Herêma Kurdistanê dikim, hevjîna min ji dil ji bo qurbaniyên bajarê Hewlêrê digirî ku di êrîşa artêşa Pasdarên Îranê de şehîd bûne, em xwe ji we dizanin û em hevxemên we ne”.