Parêzgerê Hewlêrê wekî nûnerê Mesrûr Barzanî tevlî merasîma xatirxwastinê ji termê Kerem Mîxaîl bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê radigehîne, “Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî merasîma xatirxwastinê ji termê Kerem Mîxaîl bû”.

Di ragehandina parêzgeha Hewlêrê de hatiye, “Doh (Pêncşem, 18.1.2024) êvarê bi tevlîbûna Parêzgerê Hewlrê ku Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû û hejmareka dî ya berpirsên hizbî û hikûmî û kesûkarên wî, li kenîseya Marşmonî li Enkaweyê, merasîma xatirxwastinê ji termê Kerem Mîxaîl bi rê ve çû, ku di verêja êrîşa berî çend rojan a Îranê ya li ser Hewlêrê de şehîd bû.

Kerem Mîxaîl li Brîtanyayê hatiye ser dinyayê, li Îmaratê dijiya û wê dema ku li mala hevalê xwe Şehîd Pêşrew Dizeyî mêvan bû, bi moşekên Komara Îslamî ya Îranê hat şehîdkirin.

Kerem Mîxaîl xelkê deşta Neynawayê ye û endamên malbata wî xwecihên Brîtanyayê ne, biryar e termê Keremî ji bo Brîtanyayê bê veguhastin û li wê derê bê veşartin.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.