Mihemed Ormanî: Armanca êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê dûrxistina baldariya nerazîbûnên navxweyî ye

Mihemed Reşîd
Mihemed Reşîd

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekerekê siyasî amajeyê dide, “Yek ji armancên Îranê ji êrîşên wê yê li ser Hewlêrê dûrxistina baldariya li ser nerazîbûnên navxweyî yên wê ye”.

Şirovekerê siyasî Mihemed Reşîd Ormanî îro (Înî, 19.1.2024) taybet ji K24ê re got, “Bi rengekê ron diyar e ku kiryara êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Îraqê û qanûna navdewletî û peywendiyên cîrantiyê ye û xasma ku Îraq endama Neteweyên Yekgirtî ye”.

Wî şirovekerê siyasî herwesa amaje da, “Yek ji armancên Îranê ji êrîşên wê yê li ser Hewlêrê dûrxistina baldariya li ser nerazîbûnên navxweyî yên wê ye”.

Mihemed Reşîd Ormanî behs kir, “Êrîşên Îranê yên li ser Hewlêr û Pakistanê di yek demê de ji bo hindê bûn ku ji Israîlê re bibêje, moşekên Tehranê digehin hemî cihan bi Televîv ve”.

Navbirî ron jî kir, “Yek ji armancên dî yên wan êrîşan ew e ku Îran dixwaze wê peyamê bigehîne Amerîkayê ku her dema bixwaze dikare li ser berjewendiyên wê li deverê bibe gef”.

Tekez jî kir, “Armanca Îranê ew e ku li aborê Herêma Kurdistanê bide, lewma êrîşên wê her di wê demê de bûn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî Korbenda Davosê bû û berê weberhênerên biyanî da Herêma Kurdistanê”.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.