Li Tirkiyeyê buhayê mazotê hat zêdekirin

Diyarbekir (K24) – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên qada sotemeniyê hatin ragihandin, buhayê mazotê hat zêdekirin û ji îro (20.01.2024) û pê ve dê bi awayê zêdekirî were firotin.

Di agahiyên ku ji aliyê van çavkaniyên qada sotemeniyê ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku buhayê mazotê hat zêdekirin. Li gorî hat ragihandin, buhayê mazotê lîreyek û 15 quriş zêde bûye û ev buhayên zêde ji îro ve derbasî jiyana rojane dibin.

Li gorî buhayên rojanekirî, li Stenbolê lîtreya mazotê bi 39 lîre û 6 qurişan tê firotin û lîtreya benzînê jî derdora 36 lîre û 87 qurişan tê firotin. Her wiha hat ragihandin ku tê payîn di demeke nêzîk de buhayê benzînê jî bê zêdekirin.