Egîtîm Sen: Nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî newekheviyê dixe nava xwendekaran

Egîtîm Sen
Egîtîm Sen

Diyarbekir (K24) – Sendîkeya Perwerdeyê derbarê dawîlêhatina serdema yekem a perwerdehiyê de raportek aşkere kir û got, nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, newekheviya derfetan dixe di navbera xwendekaran de. Herwiha diyar kir, hejmara dibistanan li gorî xwendekaran kêm in.

Sendîkeya Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) bi civîneke çapemeniyê li Diyarbekir raporta serdema yekem a perwerdehiyê aşkere kir.

Di raportê de bal hate kêşan ku nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, kêmbûna dibistanan, hejmara xwendekaran, kêmbûna mamosteyan, guvaşên ser kedkarên qada perwerdehiyê, pirsgirêkên perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê zêdetir û kûrtir dike.  

Di raporê de tê gotin, divê li gorî pîvanê perwerdehiyê di polekê de herî zêde 20 xwendkear hebin, lê li Diyarbekirê di %87ê polan de hijmara xwendekaran ji 20î zêdetir e ku ev yek wek polên qerebalix tê pênasekirin û dema rewş wisa be sûdwergirtina xwendekaran ji perwerdehiyê kêm dibe.

Raportê diyar kir jî, %42 ê kedkarên perwerdehiyê dibêjin dibistanên wan ne paqij in, %38ê wan dibêjin ji aliyê kelûpelên perwerdehiyê ve kêmasiyên dibistanan hene, %45ê kedkarên perwerdehiyê didin zanîn ku ew rastî guvaş û zextê tên.