Avahiyek li nava Şamê hat armanckirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa hikûmeta Sûriyê “SANA” got, Îsraîlê avahiyeke niştecihbûnê li taxa Mezzeh a li Şamê armanckirin û egerek mezin heye ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, avahiyek li taxa Mezeh Vêlat a Rojav li Şamê bi mûşekekê hat armanckirin û di encamê de, 5 kes hatin kuştin.

Reutersê jî li ser zarên zêderekî belav kir, di êrîşa Îsraîlê ya ser Şamê de, berpirsekî Supaya Pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, taxa Mezzeh Vêlat wek taxeke ewlekarî tê naskirin û serkirdeyên milîsên ser bi Îranê Îranê û serkirdeyên filistînî yên nêzîkî Îranê lê bicih dibin.