Wezîrê Derve yê Îtalyayê di derheqa êrîşa li ser Hewlêrê de: Yekane çareserî ji bo bidawîanîna arêşeyan danûstandin e

Antonio Tajani
Antonio Tajani

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îtalyayê ji Kudistan24ê re ragehand, “Divê kar ji bo berqerarkirina aştiyê li Rojhilata Navîn bê kirin”.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani di bersiva pirsyara K24ê de li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê eşkere kir, “Yekane çareserî ji bo bidawîanîna arêşeyan danûstandin e”.

Tajani herwesa ragehand, “Divê li Rojhilata Navîn kar ji bo berqerarkirina aştiyê bê kirin, herwesa em li dijî rêkxistina teroristî rabiwestin”.

Herwesa got, “Yekane çareserî ji bo berqerarbûna aştiyê diyalog û diplomatî ye”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.