Serok Barzanî serexweşiyê li Newzad Hadî û Barzan Qesab dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di peywendiyeka tilefonî de, Serok Barzanî serexweşiyê li Newzad Hadî û Barzan Qesab dike, ji ber koça dawiyê ya xûşka wan.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 22.1.2024) êvarê bi tilefonê peywendî bi her yek ji Newzad Hadî û Barzan Qesab re kir û serexweşî li wan û malbat û kesûkarên wan kir ji ber koça dawiyê ya xûşka wan Sozan Hadî Mewlûd, herwesa hêvî xwast ku Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bide wan hemiyan.