Piroseya lêgeriyan û pişkinînê li mala Şehîd Pêşrew Dizeyî bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Piroseya lêgeriyan û pişkinînê li mala Şehîd Pêşrew Dizeyî bidawî hat û termê xizmetkara Filipînî nehat dîtin.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Elî îro (Sêşem, 23.1.2024) di konfiranseka rojnamevanî de li beranberî mala Şehîd Pêşrew Dizeyî ragehand, “Piştî zêdetirî heftiyeka karkirinê, piroseya pişkinîn û lêgeriyanê ji bo vedîtina termê xizmetkara Filipînî Mîşêl bidawî hat. Mixabin, termê wê nehat dîtin û çarenivîsa wê jî diyar nîne”.

Herwesa Eqîd Koçer Ebdula ji Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê amaje da, “Di vê heftiyê de me tenê çend parçeyên biçûk ên laşê kesekî vedîtin û me ji bo Pizişkiya Dad a Hewlêrê şandin ji bo ku bi laşên qurbaniyên dî yên wê karesatê re bên beranberkirin”.

Li dû gotina Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê, ji destpêka êrîşa artêşa Pasdarên Îranê bo ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî heta niha, zêdetirî 300 karkerên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê tevlî piroseya lêgeriyan û pişkinînê bûne”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.