Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Soranê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Soranê li dijî êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Soranê îro 23.01.2024an li dijî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê kom bûn û kuştina zarok û welatiyên bêguneh şermezar kirin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.