Arî Hersîn: Xwepêşandanên Silêmanî, Helebce û Raperînê bersiveke tund bû ji bo dijminên Kurdistanê

Dîmenek ji xwepêşanda Silêmaniyê
Dîmenek ji xwepêşanda Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kadroyekî pêşketî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê di wê baweriyê de ye ku xwepêşandanên îro yên li Silêmanî, Helebce û Germiyanê, bersiveke bihêz bû ji bo dijminên Kurdistanê ku hertim dixwestin yekrêziya gelê Kurdiştanî bişkînin.

Kadroyê pêşketî yê PDKê Arî Hersîn ji K24ê re ragihand, xwepêşandanên îro yên li Silêmanî, Helebce û Germiyanê rastîyek ji dijminên Kurd û Kurdistanê re eşkere kir, ew jî ew e ku miletê kurd ji Zaxoyê heta Xaneqînê yek e, eger zarokek li Zaxoyê êş û azarê bibîne, xelkê Helebce û Xaneqînê dê hest pê bikin. Ev nîşanek e ji bo yekrêziya xelkê Kurdistanê û dibe hêvana yekrêziya aliyan.

Arî Hersîn destnîşan kir ku, xelkê Silêmaniyê, xelkekî şoreşger û têkoşer û bajarê kampanya, qurbanîdan û rewşebîriyê ye û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê di parastina xwepêşandanê de serkeftî bû.

Amaje bi wê jî kir, Divê netewa Kurd yekdeng be û ti tiştek ji berjewendiya gelê Kurd û xaka pîroz a Kurdistanê girîngtir nîne.

Herwiha got: Em û hemû welatparêz vê êrîşê şermezar dikin û hikûmeta Iraqê jî şermezar dike, lê bi baweriya min Iraq ne xwedî serweriya xwe ye û ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê birêvebirin. Di warê siyasî û aborî de, Îran li Iraqê xwedî hejmûnek gelek xurt e.

Derbarê giliya Iraqê li Neteweyên Yekgirtî de, Arî Hersîn got: “Netewên Yekbûyî dikare di bin çavdêriya hevpeymanan de, herêmeke aram ku tê de tevgereke leşkerî nebe, ava bike.”