Parlamentoya Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATOyê pesend kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyê projeysaya endamtiya Swêdê ya NATOyê bi piraniya dengan pesend kir.

Peyamnêrê K24ê li Enqereyê da zanîn, endametiya Swêd bo NATO di Parlementoya Tirkiyê de, bi dengên AK Partî, CHP MHP û Partiya DEVA hate qebûlkirin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, encaman, 287 parlementeran dengê belê dan, 55 parlementeran li dijî projeyasayê deng dan û 4 parlementeran jî deng nedane.

Komîsyona Karûbarên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêştir roja 26.12.2023an protokola endamtiya Swêdê di NATOyê pesend kiribû û şandibû Desteya Serokatiya Parlamentoyê.

Piştî êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, Swêd di Gulana 2022’an biryar dabûn tevlî NATOyê bibe, lê Tirkiye bi sedema ku Swîd alîkariya PKK û PYDê dike, mijar neanîbû rojeva parlamentoyê. 

Fînlanda di dawiyê de sala borî tevlî NATOyê bû, lê Enqerê fişar li Stockholmê kir ku helwestek tund li hember endamên xwecihî yên Partiya Karkerên Kurdistanê bigire.

Bi erêkirina Parlametoya Tirkiyeyê re, tenê Hingarya wek astenga dawî li pêşiya endamtiya Swêdê di NATOyê de dimîne.

Ji bo Swêd bibe endama NATOyê, pêwîst e parlamentoyên 31 welatên endamên NATO’yê endamtiya wî welatî bipejirînin.