Hêzên Amerîkayê bingehên Hizbulaha Îraqî bombebaran dikin

Hêzên Amerîkayê bingehên Hizbulaha Îraqî bombebaran dikin
Hêzên Amerîkayê bingehên Hizbulaha Îraqî bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên şerî yên Amerîkayê wekî bersiv ji bo êrîşên dronî û moşekî yên komên milîşyayên Îraqê bo ser hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê, çend bingehên Hizbulaha Îraqî li Qaîm û Cerefulsexrê bombebaran kirin. Heşda Şebî jî radigehîne, “Di êrîşên şeva borî de kuştî û birîndar hene”.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragehand, “Di bersiva êrîşên ketîbeyên Îraqî yên li ser Hevpeymanan de, di nav wan de jî êrîşa 20ê vê mehê ya li ser bingeha asmanî ya Eyn Esedê, Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê sê navendên milîşyayên Hizbulahê û komên dî yên girêdayî Îranê li Îraqê bombebaran kirin.

Wê fermandeyê amaje daye, “Di wan êrîşên asmanî de, cihê meşqkirina çekdaran li ser avêtina moşek û dronan hatiye armanckirin”.

Ji aliyekê dî ve Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin tekez kir ku êrîşa wan bersivek bû ji bo destdirêjiyên komên milîşyayên girêdayî Îranê bo ser bingehên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê.

Her li ser êrîşên asmanî yên Amerîkayê, Heşda Şebî li ser tora civakî ya Telegramê belav kiriye ku hêzên wan li bajarê Qaîmê êrîş kiriye ser çekdarên Heşda Şebî û kuştî û birîndar hene.

Komên milîşyayên Îraqê ku xwe wekî Bereyê Miqawemeyê daye nasndin li roja 20ê vê mehê bi nêzî 20 moşekên Balistî êrîş kir ser bingeha asmanî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Îraqê, ku hêzên Amerîkayê tê de binecih in.