Li Şêxan û Germiyanê xwenîşandan li dijî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê tên kirin

Cihê xwenîşandana Şxanê / Wêne: Arî Hisên - Kurdistan24
Cihê xwenîşandana Şxanê / Wêne: Arî Hisên - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên qezaya Şêxanê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê li dijî êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê bo ser Hewlêrê xwenîşandanan dikin.

Îro (Çarşem, 24.1.2024) seet 10:30, welatiyên Şêxanê û derdorên wê li dijî êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê dê xwenîşandanê bikin.

Serperiştekê wê xwenîşandanê ji K24ê re ragehand, “Îro wekî xwecih û neteweyên cuda cuda yên qezaya Şêxanê bi Kurd û Ereb û hemî ol ve, ji bo şermezarkirina wê êrîşa Komara Îslamî ya Îranê kiriye ser Hewlêrê, em dê xwenîşandanê bikin û em daxwazê dikin ev karên teroristî û nemirovane dubare nebin”.

Her îro nêzî seet 15:30, welatiyên Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û derodrên wê jî dê ji bo şermezarkirina êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê xwenîşandanan bikin.

Doh (Sêşem, 23.1.2024) jî, bi tevlîbûna bi hizaran kesan ji tex û çînên cuda cuda, li bajarên Silêmanî, Helebce û Raperînê û Zanîngeha Soranê, li dijî êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê xwenîşandanan hatin kirin.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.