Şêxan.. Êrîşên moşekî yên Îranê tên şermezarkirin

Xwenîşandana Şêxanê
Xwenîşandana Şêxanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwenîşandanên şermezarkirina êrîşa moşekên Balistî ya Îranê bo ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê berdewam in, îro li Şêxanê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê xwenîşandanên welatiyan ji bo şermezarkirina wê êrîşê tên kirin.

Di wê xwenîşandanê de, bi bilindkirina wêneyên şehîdên wê êrîşa moşekî û alaya Kurdistanê, welatî wê êrîşê şermezar dikin û daxwaza danana sinorekî ji bo destdirêjiyên artêşa Pasdarên Îranê dikin.