Şêwirmendekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Îran bi behaneyên bêbingeh êrîşî Herêma Kurdistanê dike

Herman Mîrza Beg
Herman Mîrza Beg

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendekê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Îran bi behaneyên bêbingeh êrîşî Herêma Kurdistanê dike”. Tekez jî dike, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekê hekîmane serederiyê bi hevrikiyên deverê re dike”.

Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Kurdên Êzidî Herman Mîrza Beg îro (Çarşem, 24.1.2024) ji K24ê re got, “Îran nikare rêyê li pêşkeftina Herêma Kurdistanê bigire, neçar e ku bi rêya behaneyên bêbingeh êrîşî wê bike”.

Wî Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her dîsa got, “Hemî cîhan dizane ku ew belgeyên Îranê belav kirine durist nînin û çi nirx nînin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rengekê hekîmane kariye serederiyê bi hevrikiyên deverê re bike”.

Herman Mîrza Beg daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir ku li beranberî wê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bêdeng nebin û helwestên rijd werbigirin ji bo ku rê li dubarebûna wan êrîşan bê girtin”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.