Balyozê Brîtanyayê helwestê welatê xwe li ser êrîşa Îranê digehîne Serok Barzanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê
Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber qurbaniyên Hewlêrê yên êrîşa moşekî ya Îranê, Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen serexweşiyê li Serok Barzanî dike û helwestê welatê xwe jê re diyar dike, ku li dijî van kiryaran in û xasma eger xelkê sivîl û bêtawan bê armanckirin.

Di hevdîtinekê de ku Konsulê Nû yê Brîtanyayê jî berhev bûbû, Balyozê Brîtanyayê dubare serxweşî li Serok Barzanî kir, ji ber êrîşa li ser Hewlêrê ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve hat kirin û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareka welatiyên sivîl.

Navbirî helwesta fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê jî gehand Serok Barzanî ku li dijî van kiryaran in û xasma ku xelkê sivîl û bêtawan bê armanckirin.

Her di wê hevdîtinê de behsa rewş û dawî pêşhatên siyasî yên deverê û Îraqê hat kirin, her dîsa amaje bi karên Lijneya Lêkolîn û Derxistina Rastiyan li ser vê karesatê hat dan.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve spasiya helwestê Balyozê Brîtanyayê û Hikûmeta Brîtanyayê kir û dubare nîgeraniya xwe li ser wan kiryarên nemirovane yên li beranberî xelkê Herêma Kurdistanê tên kirin diyar kir, her dîsa rêz ji bo bizavên Serokezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wergirtina helwest û lidûçûna wî ya rijd ji bo vê pirsê diyar kir.

Peywendiyên navbea Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û rewşa ewlehiyê ya deşta Neynawayê û Şingalê û giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê jî tewerekê dî yê wê hevdîtinê bû.