Mamostayekê Olî: Êrîşa Îranê li beranberî gelê Kurd stemeka mezin bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Şêxanê û derdorên wê îro (Çarşem, 24.1.2024) li dijî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê xwenîşandanek kir.

Mamosta Xesan Ednan, ku mamostayekê olî yê pêkhata Ereban e, li nav xwenîşandana Şêxanê ragehand, “Em Misliman û Êzidî û Kurd û Ereb û hemî pêkhatên Şêxanê wê êrîşa dijminkarane û stemkarane ya li ser Hewlêra xweşevî û taybet li ser sivîlan hatiye kirin şermezar dikin”.

Herwesa got, “Ew êrîş stemeka mezin bû li beranberî gelê Kurd hatiye kiirin. Hewlêr ji sala 2020ê were ji aliyê Îranê ve berhingarî bi dehan êrîşên moşek û dronan bûye”.

Her dîsa amaje da, “Ne mêranî û ne jî heybet di wan êrîşan de heye, belkî şermezarî ye û êrîşên tirsinokane ne”.

Wî mamostayî got, “Serê gelê Kurdistanê herdem bilind e, em hêvîdar in Xudayê mezin dilovaniyê bi şehîdan bibe û şîfayê bide birîndaran. Serkeftin ji bo Kurdistanê, şermezarî ji bo dijminan”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Li beranberî wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.