Li Hewlêrê Senterê Dana Vîzeya Çînê hat vekirin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmekê de li Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê, Senterê Dana Vîzeya Çînê hat vekirin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Çarşem, 24.1.2024) di konfiransekê rojnamevanî de, bi berhevbûna Balyozê Çînê li Îraqê Cui Wei û Konsulê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun, ragehand, “Îro yek ji wan rojan e yên ku yek ji daxwaziyên xelkê Herêma Kurdistanê bi cih hat, ew jî dana vîzeya Çînê li Herêma kurdistanê ye”.

Parêzgerê Hewlêrê tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çînê, xasma peywendiyên bazirganî û pîşesazî, kir.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Vekirina Senterê Vîzeyê li bajarê Hewlêrê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê gelek giring e, ku armanc jê hêsankarî ye ji bo welatiyan, geştyaran, bazirganan û weberhêneran”.

Her dîsa amaje da, “Daxwaza me herdem ji welatê Çînê ew bû ku welatiyên me ji bo wergirtina vîzeya Çînê serdana Bexda an Stenbolê nekin, lê niha cihê dilxweşiyê ye ku welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin onlayn vîzeya welatê Çînê werbigirin”.