Termên 41 Kurdên Êzidî li Şengalê bi xakê hatin spartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên hejmareke din ên kurdên Êzîdî yên ku di dema êrişên DAIŞê yên sala 2014an de hatibûn kuştin, li Şingalê bi xakê hatin spartin.

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, îro 24ê Çileya 2024an, termên 41 Kurdên Êzidî li Şingalê bi xakê hatin spartin ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn jenosaydkirin.

Herwiha got, çekdarên DAIŞê 100 komkujî li dijî xelkê Şingalê pêk anîne, piştî çend salan, gorên bikomî yên wan tên kolandin.

Da zanîn jî, ev 41 term ji bo testa DNA’yê bo Bexdayê hatibûn, piştre ji bo veşartinê bo Şingalê hatin vegerandin.

Li gor amarên dawî yên komkujiya Êzdiyan ku di Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve li dijî Kurdên Êzidî li Şingalê hatibû kirin, heta niha 7400 kes ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û tê pêşbînîkirin ku hejmara wan bigihe 9 hezar kesan.

Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin û dagîr kirin û di encamê de jî bi hezaran kes hatin kuştin û gelek kes jî hatin windakirin.