Parêzgarê Dihokê: Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û PKK’ê ne li Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, çareseriya pirsgirêkên di navbera Tirkiye û PKKê de, ne li Herêma Kurdistanê ye û bila ew biçin cihê ku jê hatine.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter li ser berdewamiya şer û pevçûnên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de ji K24ê re got: Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û PKK’ê de li Herêma Kurdistanê çareser nabin, bila biçin cihê ku jê hatine.

Elî Teter bang li hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê kir ku mal û milkên xelkê Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyên xwe û got: “Ev şer ne şerê me ye, qada şer diyar e. Ji kerema xwe gelê me nekin qurbaniyên nakokiyên xwe.”

Ev daxuyaniya Parêzgarê Dihokê di demekê de ye, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duhî di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Medyaya ser bi PKKê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye ku hêzên Pêşmerge li devera Amêdiyê êrişa wan kiriye. Li vir em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro 24/1/2024, çekdarên PKKê bi dehan kîlometran dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zerevanî kiriye û piştre jî bi mûşekan êrişî heman xala kontrolê kirin û Hêzên Pêşmerge jî ji çeperên xwe ve, berevanî li xwe kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev hewldana çekdarên PKKê di çarçoveya wê êrîş û kiryarên têkderane de, bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya Herêmê ye. Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Navxwe tekezî li ser wê yekê kir jî: “Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina kêşeyên navçeyê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin, lê belê mafê berevaniyê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”