Erdhejek li Malatyayê çe bû
Diyarbekir (K24) – Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin ragihandin, li Malatyaya Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bûye.
Di daxuyaniya AFADê de hat ragihandin, îro seet 16:04 li navçeya Battalgaziyê ya Malatyaya Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bûye.
AFADê ragihand ku ew erdhej bi hêza 5.2 çê bûye û kûrahiya wê jî 13.93 kîlometir di bin erdê de ye.
Her wiha hat zanîn ku bandora wê erdhejê Semsûr, Diyarbekir, Riha û Xarpêt jî di nav de li deverên derdorê hatiye hîskirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ve hat dayîn, heta niha zirarên malî û canî nehatine ragihandin.