Serok Barzanî: Em piştevaniya destpêkirina danûstandinan di navbera Îraq û Amerîkayê de dikin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî peyamek parve kiriye û tê de dibêje, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwesa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Îraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re.

Serok Barzanî Îşev (25.1.2024) di peyamekê de ragehand, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwesa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Îraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina peywendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve”.

Serok Barzanî herwesa amaje daye, “Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina peywendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Îraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de”.

Deqê peyama Serok Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwesa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Îraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina peywendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve.

Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina peywendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Îraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de.

Mesûd Barzanî

25ê Çileya 2024ê