Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Di çar salan de 440 pirojeyên rêyan hatine bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, Di van çar salan de, 440 pirojeyên rêyan bi gojimê 909 milyar û 927 milyon dînaran hatine bicihanîn.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kiriye ku tê de hatiye, “Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema çar salên borî de, bi gojimê 909 milyar û 927 milyon dînaran, 440 pirojeyên rêyan li tevaya Herêma Kurdistanê bi cih anîne ku ew jî çêkirin û nûkirina hezar û 645 kîlometrên rêyê bûye”.

Wekîlê Wezareta Avedankirinê Dr. Agirîn Ebdula di vî warî de ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehandiye, “Di dema çar salên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 440 pirojeyên rêyan hatine çêkirin, ku 65 piroje li ser budceya weberhênanê bûn, 171 pirojeyên biçûk û navincî li ser budceya asayî bûn, 204 piroje jî li ser 30% ya dahatên kêşkirinê bûn. Ew piroje cuda cuda ne, wekî çêkirin û nûjenkirinê, herwesa 250 kîlometrên cadeyan hatine dusayidkirin”.

Dr. Agirîn her dîsa gotiye, “Piraniya wan pirojeyan ji aliyê kompaniyên navxweyî ve hatine bicihanîn, ji ber ku şarezayî û ezmûneka baş di wan karan de peyda kiriye. Em dê li paşerojê jî teknolojiyaya nû û polîmer bi kar bînin û herwesa sîstema super pîf û teknolojiyaya dubare bikaranîna qîrê kevin bi kar bînin”.

Di ser qeyranên darayî re, pirojeyên avedankirinê yên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ranwestiyane û berdewam kar ji bo pêşxistina wan xizmetkariyan tê kirin.