Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 28.01.2024an li Hewlêrê birêve diçe.

Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 14 welatan hene û li ser karname û siyaseta Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin. Pêştir Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî ji K24ê re gotibû, ew plan dikin ku nûneratiyên xwe li çend welatên din jî vekin.

Konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê

Li ser asta navxweyî, zêdetir ji 40 welatan konsulxane û nûneratiyên xwe li Herêma Kurdistanê vekirine ku 38 ji wan welatan, endamên Neteweyên Yekgirtî ne. Tenê Îranê jî konsulxaneya xwe li Hewlêr û Silêmaniyê vekirine.

Vekirina hejmarek konsulxaneyên nû li Herêma Kurdistanê û hebûna bi dehan konsulxaneyên din, weke ku Sefîn Dizeyî amaje bi wê yekê dike, “nîşaneke baş e ku Herêma Kurdistanê xwediya pêgeheke taybet e û ev nûneratî jî rola wan di xurtkirina pêwendî de pêk tînin.”

Bihêzkirin pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî

Xurtkirin û niştimankirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî, yek ji karên pêşîn ên Kabîneya Nehemîn e ku bi destbikarbûnê re, bi berpirsyariyeke mezin dest bi cibicîkirina vê beşa karnameya hikûmetê kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şert û mercên herî dijwar de kariye xwendineke rast ji peywendiyên navdewletî û herêmî re bike, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2027an jî bi îradeyeke bihêz gav ber bi pêşxistina pêwendiyên navdewletî avêtin.