Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê dike û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo parastina aramî û seqamgiriyê tekez dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 28.1.2024) li Pîrmamê pêwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatan li ser astê deverê û pirsa gefên terorê li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û hevahengiyan ji bo parastina aramî û seqamgiriyê hat kirin.