Pentagon: Sê serbazên me li Urdinê hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê / Erşîf
Artêşa Amerîkayê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dû zanyarên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon), sê serbazên Amerîkayê li Urdinê hatine kuştin û 25 serbazên din jî birîndar bûne.

Pentagonê ragehand ku, ew êrîş bi rêya dronan hatiye kirin.

Amaje daye wê yekê jî ku, di wê êrîşê de 25 serbazên Amerîkayê birîndar bûne û Biden li ser wê êrîşê hatiye haydarkirin.

Joe Biden di vî warî de ragehand, “Ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Îranê li Sûriye û Îraqê hatiye kirin”.

Herwesa ragehand, “Em dê wan hemî kes û aliyan siza bidin ên ku hêzên me dikin armanc û dê di demên guncayî de bersiva wan bidin”.

Serokê Amerîkayê herwesa got, “Em mijûlî komkirina zanyaran in li ser wê êrîşa li dijî hêzên me li Urdinê hatiye kirin”.

Ev bingeha serbazî ya Amerîkayê ku îro êrîşî wê hatiye kirin dikeve sêkujîka sinorî ya navbera Îraq, Sûriye û Urdinê.

Li dû itîrafên komên çekdar û artêşa Amerîkayê, ji 17ê Cotmeha 2023ê were zêdetirî 150 caran ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve êrîşî bingeh û armancên diyarkirî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin, Hikûmeta Bexdayê jî di çend daxuyaniyên fermî de helwesta Waşintonê tekez kiriye ku li ser daxwaza Bexdayê ji bo arîkarîkirina berhingarbnûa terorê li Îraqê ne.