Agir berbûye palîngeheka Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ragehand, “Li ser rêya Gwêrê, agir berbûye palîngeheka neftê”.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Elî îro (Sêşem, 30.1.2024) ragehand, “Şevêdî seet 02:00, li ser rêya Gwêr-Hewlêrê, agir berbû palîngeheka neftê û heta niha tîmên Bergiriya Şaristanî di bizava kontirolkirina wî agirî de ne”.

Karwan Elî herwesa got, “Sedema wê agirberbûnê heta niha diyar nîne û lêkolîn li ser wê rûdanê hatine destpêkirin”.

Li dû zanyarên K24ê, ji bilî zirarên madî, du kes jî birîndar in. Herwesa ew palîngeh yek ji wan palîngehan e yên ku şertên silametiyê tê de nînin.